Çarenivîsa Karsazî Kurd yê revandî diyarî bû

ji aliyê MIT ve hatiye revandin.
کوردستان TV
100%

Ev 10 roj bû hatibû revandin û çarenivîsa wî nediyar bû.

Malbet û kesûkarên Karsazê Kurd Zekî Oxiz ku, beriya 10 roja li Îstenbûlê ji aliyê hêzeke nediyar ve hatibû revandin, derbarê çarenivîsa Zekî de zaniyariyên nû belav kir.

Li gor gotinên kesûkarên Zekî, nav hatî beriya 10 rojan dema çûye hevdîtinekê li gel rayedarekî eminiyeta Îstenbûlê, Parlementerê AKPê û endamên îstîxbarata Tirkiyeyê, venegeriyaye mal.

Malbet eşkere kiriye ku, piştî hewldaneke berfire karîne çarenivîsa Zekî diyar bikin û ji wan re hatiye gotin ku, Zekî ji aliyê MÎT ve hatiye revandin lê derbarê azad kirina wî de ti zaniyarî nedane.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.