Agir bi 5 malan jî hat berdan.
Duhê bişev li taxa Mukiriyan ya navçeya Hanî ya li Diyarbekirê di navbera du aliyan de şer û pevçûn çê bûye û di encama pevçûnê de herî kêm du kesan canê xwe ji dest dane.
Piştî vê bûyerê, kesûkarên kesên kuştî jî êrîşî ser aliyê bikujan kiriye û agir bi 5 malên wan berdaye.
Bûyer ku mezin bûye, hêzên ewlekarî jî neçar mane, biçin deverê û ev dever xistine bi dorpêçên dijwar û niha tê gotin ku, rewş li vê taxê normale.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin