Dibêje em hêzên xwe ji Sûriyeyê navekêşin.
Qordînatorê giştî yê karûbarên steratejîk ya ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê John Kirby daxuyaniyeke nû derbarê êrîşên komên çekdar yên Îranî yên li dijî hêzên Amerîkî li Sûriyeyê da.
Di daxuyaniya xwe de John Kirby tekez li ser vê yekê kiriye ku, heta êrîşên komên çekdar yên li dijî hêzên me berdewam bin bêgoman bersifên me y ên dijwar jî berdewam dibin û emê bi her awayî weke dilê xwe bersifa her cure êrîşekê bidin.
Kirby balkêşandiye ser vê yekê ku, Amerîka bi ti awayî hêzên xwe yên li Sûriyeyê kêm nake û navekêşe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin