Giftûgo derbarê şandina petrolê tê kirin.
Şanda danûstandinkar ya Kurdistanê yaku, niha li Bexdayê ye, îro li gel wezareta petrolê û rayedarên din yên Îraqê dicive.
Di civînên îro de giftûgo derbarê dubare destpê kirina şandina petrola Kurdistanêye bo derveya welat.
Şandina petrola Kurdistanê bo derve jiber biryara dadgeha Parîsê hatibû ragirtin û Îraq û Amerîka jî tekez li ser vê yekê dikin ku, ragirtina şandina petrolê bo derve zirarê dide abûriya Îraqê û sûdê nade ti aliyekê lewre lazime şandina petrolê bidome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin