Vê hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşe.
Li gor nûçeyeke rojnameya El Exbar ya Libnanî yaku, xwe dispêre jêderên leşkerî û îstîxbaratî, Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê, soz daye Sûriyeyê daku, hêzên xwe yên li Sûriyeyê bi temamî vekêşe.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, Tirkiye niha kar li ser dem, çawetî û planên vekêşîna hêzên xwe yên li Sûriyeyê dike.
Elexbar herwiha li gel rayedarên opozîsyona Sûrî yaku, ji aliyê Tirkiyeyê ve tê piştîvanî kirin hevpeyîn kiriye û rayedarên opozîsyonê jî ev yek piştrast kirine û dane diyarkirin ku, Tirkiye ji wan re gotiye ku, hêzên xwe li Sûriyeyê vedikêşe.
Weke tê zanîn ev çend mehe Tirkiye hewl bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê dide lê Sûriye dibêje heta Tirkiye hêzên xwe nevekêşe, têkiliyên xwe li gel Tirkiyeyê normal nake.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin