Rejîma Sûriyeyê mercnameyek daye Tirkiyeyê.
Biryar bû di wan rojan de civîna çar alî ya di navbera wezîrên derve yên Sûriye, Îran, Tirkiye û Rûsyeyê derbarê rewşa Sûriye û normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê li Rûsyeyê ewre lidarxistin.
Li çapemeniya Sûrî belav kiriye ku, ev civîna han jiber ev mercnameya ku, Sûriye bi rêya Rûsyeyê daye Tirkiyeyê ev civîn hatiye paşxistin.
Çapemeniya Sûrî eşkere kiriye ku, di mercnameyê de rejîma Sûriyeyê daxwaza vekêşîna tevahiya hêzên Tirkî û komên cîhadî yên ku, ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştîvanîkirin kiriye.
Sûriye herwiha eşkere kiriye ku, heta ev mercên han neyên cîhbicîhkirin vê Sûriye ti gavek navêje û beşdarî di civîna çar alî de jî neke.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin