Cîhana Erebî deriyên xwe dîsa bo Esed ve dike

behsa têkiliyên siyasî û abûrî di navbera her du aliyan de tê kirin.
کوردستان TV
100%

Esed niha li Îmaratê ye.

Piştî zêdetir ji 11 salan ji dûrketin û veqetîna Sûriyeyê ji cîhana Erebî, dîsa cîhana Erebî deriyên xwe bo Sûriye û rejîma Esed ve kir.

Di vê çarçoveyê de piştî serdana hefteyên derbasbûyî ya Esed bo çend welatên Erebî, îro Esed serdana Îmaratê kir û ji aliyê Serokê Îmaratê ve hate pêşwazîkirin.

Çend wezîrên Sûrî jî l igel Beşar Esedin û balefire Esed jî li esmanê Îmaratê bi balefirên cengî hate parastin.

tê payîn di civîn û hevdîtinan de behsa têkiliyên abûrî, siyasî û bazirganî yên di navbera Sûriye û Îmaratê de were kirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.