Li Topzawayê artêşa Îraqê çûye ser zemînên Cotkarên Kurd.
Îro şemî artêşa Îraqê li devera Topzawa ya li Başûrê Kerkûkê êrîşî ser hijmareke zêde ji Cotkarên Kurd û Tirkmanên deverê kiriye û xwestiye bi darê zorê wan ji erd û zemînên wan derbike.
Artêşa Îraqê ji wan Cotkaran re gotiye ku, vê li wan erdan xanî bo Efserên artêşê çê dikin lewre lazime bilez ji wan deveran derkevin lê Cotkarên Kurd û Tirkman jî li hember artêşa Îraqê rawestane û alozî hîn jî didome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin