Bûyereke hatûçûyê qewmiye û pêşmergeyek canê xwe ji dest daye.
Birêveberatiya hatûçûya Silêmanî ragihand ku, kêliyek beriya niha li ser rêya Silêmanî û Dûkanî li nêzî gundê Kanî Xan, tirimbîleke hêzên pêşmerge ji kontrolê derçûye û qulipiye.
Di encama bûyerê de pêşmergeyek canê xwe ji dest daye û 3 pêşmergeyên din jî bi giranî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin