Cenazeya 5 kesên din li Urfayê hate dîtin.
Îro danê sibê li çend parêzgeh û bajarên Bakûrê Kurdistanê baranên gelek bixor barîn û di encam de li bajarên ku, jiber erdhejê rastî ziraran hatibûn, lehiyên mezin rabûn.
Yek ji wan cîhên ku, têde lehî rabibûn Riha û Semsûre û di ecama wan lehiyan de herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest dane û 9 kes jî wendane.
Kêliyek beriya niha çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku, li Urfayê cenazeya 5 kesên din hatiye dîtin û bi vê rengî hijmara wan kesên ku, di encama lehiyê de canê xwe ji dest dane bûye 10 kes.
Lehî li Adiyeman û Urfa ji bilî zirarên zêde yên canî zirarên gelek mezin yên madî jî gehandiye xelkê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin