Rojnameya Komara Îslamî ya Îranê rexneyên tund li rejîmê digire.
Rojnameya komara îslamî ( Cumhurî Îslamî) ya Îranê, yeku, weke rojnameyeke fermî jî tê dîtin, di hijmara xwe ya duhê de rexneyên gelek dijwar li rejîma Îranê kiriye.
Rojnameya nav hatî nivîsandiye: Jiber ecemtiya hikûmet û rayedarên rejîmê, Îran û xelkê Îranê ketine nava rewşeke gelek aloz û metirsîdar de, gendelî, dizî û talan gelek zêde bûye, rejîm û hikûmet xwe mişxûlî qirîzên nerast yên çêkirî bi destê xwe bûne û ev yek jî bûye sedema zêdetir bûna dijatî û nerezatiyên xelkê li dijî rejîma Îranê û niha rejîma Îranê ji her demeke din zêdetir nêzî hilweşînê bûye.
Di berdewamiya babetê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, rejîm, hikûmet û rayedarên rejîmê her roj bi hezaran kes bi zanebûn dikin neyar û dijminên rejîmê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin