Behsa civîna Muncihê ya di navbera Nêçîrvan Barzanî û Blinken de hatiye kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, , nameyek ji birêz Anthony Blinken Wezîrê Derve yê Amerîkayê wergirt. Di nameyê da, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, kêfxweşiya xwe diyar kiriye ku, wî di Konferansa Ewlekariyê ya Munichê di meha Sibatê da li gel Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî gotûbêj kiriye. Herwiha di nameya xwe da behsa vê yekê jî kiriye ku, ew derfetek bû ji bo tekez kirin li ser pêwîstiya bi yek carî çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da bi rêya diyalog û li hevtêgihiştinê.
Blinken di nameya xwe da dûpat kiriye ku, Amerîka hevkarî û hevbeşiyek bihêz digel Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê heye. Wî, herwesa, berdewamiya piştevaniya bihêz a welatê xwe ji bo Iraq û aramî, ewlehî û serweriya Iraqê nîşan daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin