Dibêje lazime Tirkiye gerentiya vekêşînê bide me.
Di demekê de ku, tê payîn sibê anjî du sibê komcivîna çar alî di navbera wezîrên derve yên Îran, Sûriye, Tirkiye û Rûsyeyê li Moskova li dor rewşa Sûriyeyê were lidarxistin, rejîma Sûriyeyê daxuyaniyeke nû da.
Rejîma Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, heta hêzên Tirkî û komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê di nava axa me de bin, em nikarin têkiliyan li gel Tirkiyeyê normal bikin lewre lazime weke gava yekem ya normal kirinê, Tirkiye him hêzên xwe û him jî tevahiya komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê ve ji axa me vekêşe û li ser vê mijarê jî lazime gerentiyeke pêbawer bide me.
Weke tê zanîn beriya du mehan bo cara ewil wezîrên berevanî yên Tirkiye û Sûriyeyê li Rûsyeyê civiya bûn û nîqaş li ser civîna wezîrên derve jî kiribûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin