Li Hewlêrê dar tên çandin.
Îro 14ê Adarê bi minasebeta bîranîna roja jidayik bûna Rêberê netewî yê gelê Kurd Mele Mistefa Barzaniyê nemir çend çalakî bo pîroz kirina ev bîranîna han hatin lidarxistin.
Yek ji wan çalakiyan ku, waliyê Hewlêrê û gelek welatiyên din jî têde beşdar bûn, çalakiya çandina daran bû.
Di vê çalakiya han de yaku, li derdorê taxa 8ê Hesarok ya Hewlêrê hat organîzekirin hijmareke gelek zêde dar hatin çandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin