Serokwezîr daxwaza venêrînê bo zagonên hatûçûyê dike

dibêje lazime her kes pêbendî zagonên hatûçûnê be.
کوردستان TV
100%

Peyamek derbarê bûyera duhê bişev de belav kiriye.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê bûyera duhê bişev ya hatûçûyê peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Mixabin duhê bişev di encama bûyereke dilsoş ya hatûçûyê de pênc kes ku, endamên malbetekê bûn canê xwe ji dest dan.  Tenê di nava pênc rojan de jî 16 kes li herêma Kurdistanê jiber bûyerên hatûçûyê bûne qurbanî, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî kesûkar û malbetên qurbaniyan dikim û hevparê xema wanim û hêviya baş bûna bilez jî bo birîndaran dixwazim.

Cîhê dilgiraniyeke gelek zêdeye ku, salane hijmareke zêde ji xelkê li herêma Kurdistanê di encama bûyerên hatûçûyê de canê xwe ji dest didin. Ji ber vê çendê daxwaz ji welatiyan dikim ku pêbendî şîretên hatûçûyê bin û xwe û kesûkarên xwe biparêzin û xwe ji tîj ajotinê bidûr bigirin.

Di heman demê de lazime wezareta navxwe jî venêrînê bo sîstema hatûçûya giştî û zagonên hatûçûnê û cadeyan bike û rêkarên pêdana dîplomeya ajotinê biştîne. Lazime tevahiya rêkar û amadekariyên pêwîst werin kirin bo danîna sînorekê bo bûyerên hatûçûyê û diliniya bûn ji pêbendiya welatiyan bi mercên selametî û zagonên hatûçûyê.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

13.3.2023

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.