Behsa rewşa Îraq û deverê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyoza Swêdê li Îraqê xatû Jessica Svardström kir.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyaisya Îraq û deverê, astengiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê û cîhbicîh kirina kanameya hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin.
Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser metirsiyên hizra radîkal li ser pêşeroja Îraq û deverê hate kirin û tekez jî li ser cîhbicîh kirina rêkeftina Şingal û normal kirina rewşa Şingalê kirin.
Balyoza Swêdê ev yek diyar kir ku, Swêdê piştîriya aramiya Îraq û herêma Kurdistanê dike û daxwaza vê yekê jî kir ku, têkiliyên navbera Swêd, Îraq û Kurdistanê werin berfiretirkirin.
Di dawiya civînê de jî Serok Barzanî spasiya gel û hikûmeta Swêdê kir ku, hertim di rojên dijwar de derî bo gelê Kurdistanê vekirin û piştîvaniya doza rewa ya gelê Kurdistanê kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin