Medreseya Qumê hawar dike

dibêje bûdayîzim û zerdeştî di nava xelk de zêde dibe.
کوردستان TV
100%

Dibêje xelk ji me dûr dikeve.

Medreseya Qumê ya li Îranê ku, yek ji navendên herî girîng û sereke ya rejîma Îranê û herwiha navendeke olî ya girîng ya şîeyane, hawar dike û dibêje îslama me di metirsiyê deye.

Yek jî Mamosteyên navdar  yê vê medreseyê bi nave Mihemed Cewad Elevî Birûcerdî ragihandiye ku, xelkê Îranê ji ola fermî ya vê welatî gelek bêzar bûye û roj biroj xelk zêdetir ji ola resmî dûr dikeve.

Ev Mamosteyê han herwiha eşkere kiriye ku, ciwanên Îranî gelek ji dîn û olê dûrin û xwe nêzî karûbarên olî nakin.

Herwiha gotiye ku, li Qumê prosesa bûdayîzmê zêde bûye rojane gelek xelk dibine bûdaîst û li Rojavayê Îranê jî bi taybetî li Bextiyarî, xelk dibin zerdeştî û pişt li ola fermî ya Îranê dike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.