Rûsye: Hîn jî me ti bersifek wer negirtiye

biryare hefteya pêşiya me civîneke çar alî were lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Dibêje Îran û Sûriye hîn jî bersifa me nedane.

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyeyê Michael Bogdanov derbarê civîna çar alî yaku, Tirkiye dibêje vê di rojên pêşiya me de li Rûsyeyê derbarê rewşa Sûriyeyê de were lidarxistin, daxuyanî da.

Bogdanov eşkere kiriye ku, raste planeke wisa heye û em dixwazin, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê jî di civînê de amade bin lê heta niha Îran û Sûriye ti bersifek nedane vê daxwaza han û em nizanin bersifa wan çiye.

Weke tê zanîn ev demêke ku, Tirkiye hewl dide têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê normal bike û cara ewil jî wezîrên berevanî yên wan her du welatan li Rûsyeyê civiyan û pişt re Tirkiye daxwaz kiribû daku, Îran jî di civînên pêş de amade be.

Duhê jî wezîrê derve yê Tirkiyeyê gotibû ku, hefteya pêşiya me vê civîneke çar alî li ser asta wezîrên derve yên wan her çar welatan were lidarxistin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.