Serokwezîr li gel birêvebera giştî ya UNESCO civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel birêvebera giştî ya UNESCO civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya birêvebera giştî ya saziya Netewên Yekgirtî bo perwerde, zanist û rewşenbîrî (UNESCO) birêz Xatû Audrey Azulai kir.
Birêvebera giştî ya UNESCO kêfxweşiya xwe diyar kir ku, bo cara ewil serdana herêma Kurdistanê dike û bi awayeke kurt jî behsa kar û çalakiyên saziya xwe li Îraq û herêma Kurdistanê kir bi taybetî kar û projeyên wan yên di ware parastin û nûjen kirina şûnwarên dîrokî yên Kurdistanê ku, yek ji wan qelha Hewlêrê ye ku, şûnwareke cîhaniye.
Me jî stayîşa kar û çalakiyên UNESCO yên bo parastina şûnwar û çanda cîhanî kir û daxwaz jî kir ku, herêma Kurdistanê jî weke endameke beşdar di vê saziya han de were qebûlkirin û birêvebera giştî saziya han jî soz da ku, piştîvaniya herêma Kurdistanê Kurdistanê bike bi hemahengî li gel hikûmeta federalî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin