YE piştîvaniya Kurdistaneke bihêz dike

Ewrûpa piştîvaniya reformên hikûmetê dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel şandeke parlementoya Ewrûpayê civiya.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke parlementoya Ewrûpayê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke parlementerên parlementoya Ewrûpayê bi Serokatiya Seroka komîteya têkiliyên li gel Îraqê birêz Xatû Sarah Skitedall kir.

Şanda parlementoya Ewrûpayê bi awayeke kurt behsa encamên serdana xwe bo Îraq û herêma Kurdistanê kir û amadebûna xwe jî bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, parlementoya Ewrûpayê piştîvaniya Kurdistaneke bihêz li Îraqê de dike.

Di civînê de me giftûgo derbarê girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê kir.

Hilbijartinên parlementoya Kurdistanê mijareke din ya civîna me bû û di vê derbarê de jî me amadebûna hikûmeta herêma Kurdistanê bo lidar xistina hilbijartinan di sala 2023an de diyar kir.

Me heriwha behsare reformên kabîneya 9an yên di ware pir cure kirina abûr û ava kirina jêrxaneke bihêz ya abûrî kir û derfetên fêde wergirtin ji pispor û ezmûna pêşkeftî ya Ewrûpayê jî nirxand.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.