Serokwezîr dibêje lazime aramî û ewlekariya Kurdistanê parastî be.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîra derve ya Almanyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro li Hewlêrê li gel wezîra derve ya Almanyayê birêz Xatû Annalena Burbock civiyan.
Me spasiya Almanyayê kir bo hevkarî û piştîvanî kirina herêma Kurdistanê bi taybetî di şerê dijî DIŞIê de. Herwiha rêzdariya herêma Kurdistanê jî bo parlementoya Almanyayê diyar kir jiber ku, komkujiya Êzidiyan bi genocide nasiye.
Wezîra derve ya Almanyayê jî kêfxweşiya xwe li hember serdana xwe bo herêma Kuridstanê diyar kir û balkêşande ser pêgeha girîng û berçav ya herêma Kurdistanê li deverê de û amadebûna welatê xwe bo pêşde birina têkiliyên pir alî li gel herêma Kurdistanê diyar kir.
Girîngiya lidarxistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di demeke goncaw ya îsal de, reformên kabîneya 9an di warê pircure kirina abûrî, girîngî dan bi kerta çandiniyê, şandina herhemên navxweyî bo derve, pêwîstiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û normal kirina rewşa deverê û der kirina komên derqanûnî û vegera awareyan bo cîhên xwe û parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistanê û rûbirû bûna terorê bi giştî çend mijarên din yên civîna me bûn.
Pişt re jî di presskonferanseke hevbeş de me bersifa pirsên çapemeniyê da.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin