HDP jî gotibû ev li benda hatina Kilicdaroglûne.
Seroka IYI partî Meral Akşener şeva Sêşemê got ku CHP dikare bi HDP'ê re hevdîtinê bike.
Akşener di weşana televîzyona Haberturk degot: CHP dikare bi HDP'ê re hevdîtinê bike, ev tiştekî zelal e. Lê, ew nikare wê mijarê bîne pêşiya me.
Berdevkê Partiya Saadetê Bîrol Aydin jî her di Haberturkê de got ku normal e ku Kiliçdaroglu bi HDP'ê re bixaife.
“Helbet Kiliçdaroglu wê sardana HDPê'ê bike. Ger neke, wê kêmahîyeke mezin be. Ez difikrim ku tiştên ku HDP wê pêşnîyar bike mijarên wer demokrasî, dadmendî û aştî be."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, ku eşkerebûna berbijarîya Kiliçdaroglu ya gotibû ku ew li benda sardana wî ne ku hevdîtinê bikin.
Sancar gotibû ku ger ew ser mijara demokrasîyê de li hev bikin, ew dikarin piştgirîya Kiliçdaroglu bikin ku ew di hilbijartina serokomarîyê de di gera yekê de were hilbijartin.
Ji voayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin