Li Kurdistanê de guhertin û pêşkeftinên mezin çê bûne

Brîtanya behsa pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel wezîrê Brîtanî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê dewlet yê Brîtanyayê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya wezîrê dewlet yê Brîtanyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn, Eferîqa, Başûrê Asya û Netewên Yekgirtî li wezareta derve ya Brîtanyayê Lord Tariq Ehmed kir.

Di civînê de ku, balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson Richardson jî têde beşdar bû, Lord Tariq Ehmed ragihand ku, piştî serdana yekem ya bo Kurdistanê ya di sala 2018an de heta niha guhertin û pêşkeftin û avedaniyên gelek berçav li herêma Kurdistanê çê bûne, Kurdistan xwedan pêgeheke girîng û taybete li deverê de û balkêşande ser xwesteka welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê.

Me jî spasiya berdewamiya piştîvaniyên Brîtanyayê bo herêma Kurdistanê kir û bi awayeke kurt jî behsa reformên kabîneya 9an yên di warê pir cure kirina abûrî, girîngî dan bi kerta çandiniyê, şandina berhemên navxweyî bo bazarên derve û dîcîtalîze kirina xizmetgozariyên giştî û karûbarên hikûmetê kir.

Di mijareke din ya vê civînê taybet bû bi girîngiya çareser kirina kêşeyên herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, her du alî hemfikir bûn li ser vê yekê ku, çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê di berejwendiya tevahiya welatiyan û pêkhateyên cuda yên Îraqê deye.

Me ev yek anî ziman ku, hin îşaret û pêşkeftin û lihev fêmkirinên baş derbarê proje qabûna bûdceya federalî de hene bi taybetî ev yekem care ku, herêma Kurdistanê di amade kirina bernivîsa proje qanûna bûdceya federalî de beşdar dibe. Hêvî dikin di demeke nêz de Parlementoya Îraqê projeya han bipejrîne û maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê jî li gor destûrê werin dabînkirin.

Herwiha me tekez li ser serweriya qanûn û parastina aramî û berevanî kirina berdewam ji hikûmeteke xizmetgozar kir.

Rêkeftina Şingalê û derçûna hêzên derqanûnî û normal kirina rewşa deverê û vegerandina awareyan bo cîhên xwe mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.