Serokwezîr li gel balyozê Rûsyeyê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Rûsyeyê civiya û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê Ilbrus Kutrashiv û şanda pê re kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên di navbera her du aliyan, guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Îraqê û deverê kir.
Herwiha me giftûgo derbarê çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê û bernameya hikûmet û dabîn kirina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kir.
Di beşeke din ya civînê de me tekez li ser serwerî û parastina asayîşa welatiyan kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin