Ali Kuhn: Li dijî Îranê du bijarde hene

dibêje bijardeya dorpêç û leşkerî rêyên herî başin û pêşî girtin ji Îranê.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime spaha Pasdaran weke terorîst were nasandin.

Wezîrê derve yê Îsraîlê Ali Kuhn ragihand ku, tenê du bijarde li dijî Îranê li berdestin ku, yek ji wan vegere bo dorpêçên dijwar û kujer û bijardeya din jî bijardeya leşkeriye.

Ali Kuhn herwiha eşkere kiriye ku, dema civîna xwe ya li gel wezîrê derve yê Almanyayê de daxwaz ji Almanyayê kiriye daku, weke welatên din spaha Pasdaran bixe nava lîsteya terorê û got: Lazime spaha Pasdaran weke terorîst were nasandin.

Kuhn tekez li ser vê yekê kiriy ku, rêya yekane ya li hember çalakiyên etomî yên Îranê rêbazên dîplomatîkî û sepandina dorpêçên dijwar û berfireye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.