Ji aliyê wezîrê derveya Îraqê ve hate pêşwazîkirin.
Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres duhê bişev bi serdaneke fermî gehêşte Îraqê û li balefirxaneya navnetewî ya Bexdayê ji aliyê wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên ve hate pêşwazîkirin.
Guterres piştî gehêştina xwe bo Bexdayê di konferanseke çapemenî de ragihand ku, gelê Îraqê xwedan karîne û dikare tevahiya qirîz û kêşeyên heyî derbas bike.
Biryare îro Guterres li Bexdayê çend civîn û hevdîtinan li gel rayedar û aliyên siyasî yên Îraqê pêk bîne û pişt re jî serdana Kurdistanê bike.
Tê payîn ku, di vê serdana han de Guterres rixmî civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Kurdistanê, hevdem serdana kempên Penaberan jî bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin