Wezîra çavkaniyên avê li gel Konsulusê Komara Çek civiya.
Li gor daxuyaniyeke wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê, wezîra çandinî û çavkaniyên avê Bêgerd Talebanî li gel Konsulusê giştî yê Komara Çek li Hewlêrê Carl Kortanik civiyaye.
Di civînê de giftûgo li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Komara Çek û herwiha çawetiya fêde wergirtina Kurdistanê ji ezmûna çandiniyê ya Komara Çek û çawetiya hemahengî kirin li ser bikar anîna avê kirine.
Her di heman civînê de biryar hatiye dayîn daku, şandeke wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê li Kurdistanê serdana Komara Çek bike û ji nêz ve hayedarê kar û çalakiyên wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê ya Komara Çek be bi mebesta fêde wergirtin ji ezmûna Komara Çek ya di warê çandinî û bikar anîna avê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin