Serokwezîr bi fermî destpê kirina vê sîstema han ragihand.
Îşev Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê çalak kirin û berfire kirina sîstema ATM yê peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Îro dest destpêşxeriya #hijmara min dest pê dike ku, bernameyeke giştgîr ya darayiye bo Fermanberên kerta giştî û yên teqawîd. Di nava çend rojên pêş de, di prosesa cerbandina ev destpêşxeriya han de, mûçeya nêzî 850 karmend û fermanberên nexweşxaneya jinan û jidayikbûn li Hewlêrê bi awayeke dîcîtalî li ser hesabê nû yên wan tê veguhastin. Bi sûd wergirtin ji vê destpêka han, projeya han tê berfirekirin û di meha Hezîranê de jî kar li ser vê projeya han tê kirin û di du salên pêşiya me de jî pêdana mûçeya tevahiya fermanber, karmend û teqawîdan û hêzên ewlekarî yên hikûmeta herêma Kurdistanê bi şêwazê dîcîtalî dibe.
Hijmara min rêyeke parastî, şefaf û goncawe bo fermanberên hikûmetê û teqawîdan diafirîne daku, bikaribin bi rêya toreke rakêşana pereyan ( ATM) mûçeyên xwe werbigirin ku, li zêdetir ji 1000 cîh li seraserê herêma Kurdistanê berdest dibin. Ji bilî vê jî fermanberên kerta giştî destê wan digehêje xizmetgozariyên modern yên bankî, weke qeriz, paşekewt kirin, hewaleya navxweyî û navnetewî, karîna rakêşana pereyan di asta navnetewî û pere dayîna onlîn û dîcîtalî.
Ev destpêxeriya han bi diliniyayî ve, dibe sedema modern kirina kerta bankî û bileztir kirina prosesa werçerxana dîcîtalî û geşe pêdana abûriya me û di heman demê de jî liv û tevgerên me bi pereyên kaş kêm dike û bi vê rengî jî karameyî û şefafiyeta hikûmetê zêdetir dibe.
Hijmara min yek ji wan destpêşxeriyên demdirêj yên kabîneya 9ane ku, bo dîcîtalîze kirina xizmetgozariyên giştî û zêdetir kirina xweşgozeraniya welatiyan û asankarî kirin bo bazirganî li Kurdistnaê de hatiye amadekirin. Di vê warê de jî hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser berfiretir kirina ev destpêşxeriya han û rêbazên nû dide berxwe bo handana zêdetir ya pêşde birina pere dayîna dîcîtalî.
Spasiya wezareta darayî û abûrî dikim bo piştîgiyên berdewam bo serxistina vê destpêşxeriya han û bo hewldanên wan yên berdewam di warê reforman de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin