Hin aliyên Erebî hewl bo vegerandina Sûriyeyê bo nava komkara Erebî didin.
Peyvdarê wezareta derve ya Misirê Ehmed Ebûzêd ragihand ku, di civîna navbera wezîrê derve yê Misirê û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed de behsa serdana Beşar Esed bo Qahêreyê nehatiye kirin lê tenê behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera wan du welatan û çawetiya bihêztir kirina wan têkiliyan hatiye kirin.
Ehmed Ebûzêd herwiha eşkere kiriye ku, rixmî nîqaş nekirin li ser serdana Esed bo Qahêreyê, li her gav mimkune Esed serdana Qahêreyê bike û di warê dîplomatîkî de bûyerên wisa çê dibin.
Ji aliyeke din ve duhê şandeke parlementoya Îraqê jî serdana Dîmeşqê kiribû û li gel Esed civiya bû û beriya çend rojan jî Esed serdana du welatên din yên Erebî jî kiribû û tê gotin ku, hin welatên Erebî hewl bo vê yekê didin daku, Sûriye dîsa vegera nava komkara Erebî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin