Ev bûyer li navçeyeke ser bi Meletî qewmiye.
Li gor jêderên çapemeniyê, duhê li kolaneke navçeya Înicîrlî ya li Doganşehira Meletî ya li Bakûrê Kurdistanê, piştî erdhejên dijwar, erd liviyaye û weke lehî herikiye.
Di encama bûyerê de 15 xaniyên li vê deverê bin ax ketine û erd ev xaniyên han wenda kiriye.
Tê gotin ku, ev bûyer di nava mezreayekê de çê bûye û ti zaniyarî jî derbarê şêniyên nava wan 15 xaniyan de nehatine bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin