Serokwezîr li gel şandeke civata Pîran ya Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke civata Pîran ya Amerîkayê kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê û girîngiya çareser kirina kêşeyên herêm û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê kir.
Mijara sereke ya civînê taybet bû bi reformên kabîneya 9an, bi taybetî reformên nava wezareta pêşmerge , pir cure kirina çavkaniyên dahatê, dîcîtalîze kirina xizmetgozariyan, pêşde birina kerta çandiniyê û henarde kirina berhmên navxweyî bo bazarên derve.
Her di heman civînê de me giftûgo derbarê girîngiya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kir û tekez li ser vê yekê jî kir ku, ti hincetek tuneye ku, ji vê zêdetir prosesa hilbijartinan were paşxistin û dibe îsal hilbijartin were kirin û hikûmeta herêma Kurdistanê jî tevahiya asankarî û amadekariyên pêwîst bo hilbijartinan dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin