Aloziyên li Îsraîl û Felestînê gerimtir bûn

heta niha herî kêm 11 Felestînî hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Îro jî dîsa êrîşî ser Îsraîlê hate kirin.

Ev du roje alozî û nakokiyên dijwar di navbera Îsraîl û Felestînê de ser hildane û heta niha jî di encama wan aloziyan de herî kêm 11 Felestînî li Nablusê hatine kuştin û 80 kes jî birîndar bûne.

Duhê danê sibê komên çekdar bi mûşekan êrîşî ser Îsraîlê kiribû û Îsraîl jî li Nablusê êrîşî ser wan komên çekdar kiribû.

Her di çarçoveya wan aloziyan de îro dîsa ji aliyê Xezeyê ve bi mûşekan êrîşî ser Îsraîlê hate kirin û tê gotin ku, Îsraîl jî bersifa êrîşê daye lê heta niha encamên vê nehatine zanîn.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.