Daxwaza pêdana F16an bi Ukraynayê tê kirin.
Hijmareke zêde ji Kongrêsmanên Komarî û Demokrat yên di nava kongrêsa Amerîkayê de, nameyek bo Serokê Amerîkayê Jeo Biden nivîsandine.
Di naveroka nameya han de hatiye diyarkirin ku, lazime Amerîka û welatên din yên endam di NATO û welatên Ewrûpî jî li hember Rûsyeyê piştîvanî û hevkariyên xwe bo Ukraynayê berfiretir bikin.
Di heman nameyê de daxwaz ji Serokê Amerîkayê hatiye kirin daku, Amerîka balefirên şer yên F16 bide Ukraynayê daku, serdestiya Ukraynayê li hember Rûsyeyê were misogerkirin.
Weke tê zanîn beriya du rojan Serokê Amerîkayê Jeo Biden jî serdana Kievê kiribû û soz dabû daku, gelek amûrên nû yên teknîkî yên di warê berevaniya asmanî, radar û sîstemên antî tank û balefiran bide Ukraynayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin