Serok Barzanî li gel şandeke Hindistanî civiya

Hindistan û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Ev şand ya wezareta derve ya Hindistanê ye.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke wezareta derve ya Hindistanê kir ku, ji her yek ji Cîgirê wezîrê derve Usef Seîd, balyozê Hindistanê yê li Îraqê û Konsulusê Hindistanê yê li herêma Kurdistanê pêk hatibû.

Di civînê de şanda mêwan rêzdariya xwe bo xebat û têkoşîna Serok Barzanî û gelê Kurdistanê diyar kir û tekez li ser xwesteka welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyên di warên teknolojîkî, nûjdarî û Akademîkî de kir û tekez li ser girîngiya aramiya Kurdistan, Îraq û Rojhilata Navîn bo Hindistanê kir.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî têkiliyên navbera gelê Kurdistanê û Hindistanê bi kevnar û dîrokî wesif kir û piştîvaniya xwe jî bo berfire kirina têkiliyan di navbera her du aliyan de diyar kir.

Rewşa zirardîtiyên erdhejên Tirkiye û Sûriyeyê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijarên din yên vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.