Êdî Efrînî ne bi tenê ne.
Dezgeha xêrxwaziya Barzanî ku, di çarçoveya kar û çalakiyên xwe de ev du hefteye li Rojava û Bakûrê Kurdistanê bi hawara zirardîtinê erdhejan ve diçe, duhê li Efrînê pêngaveke girîng avêt.
Dezgeha xêrxwaziya Barzanî bi mebesta ku, bi berfireyî û bi baştirîn awayî xizmeta zirardîtiyên erdhejê li Efrîn û Cindirêsê bike û baştir bi hawara şêniyên wan deveran ve biçe, li Efrînê bi fermî ofîsa xwe vekir.
Li gor daxuyaniya DXB vê kar û çalakiyên vê dezgehê li Efrîn û derdorê berdewam bibin û hevkariya xelkê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin