Behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêrê û Bexdayê kirin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munichê li gel firaksiyona SPD ya li Parlementoya Almanyayê civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û liv û tevgerên heyî yên bo çareser kirina wan kêşeyan, rewşa Êzidiyan û jiyana wan di nava kempan de hate kirin.
Her du alî li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û yekrêziya aliyên Kurdistanî hemfikir bûn.
Her di heman civînê de Nêçîrvan Barzanî spasiya parlementoya Almanyayê kir ku, komkujiya Êzidiyan weke genocide qebûl kiriye.
Rewşa Îraqê û pêşhatên giştî yên li deverê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin