Behsa zêdetir kirina hemahengiya Ewrûapyê li Îraq û Kurdistanê hate kirin.
Îro li Munichê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Berpirsê karûbarên derve û ewlekariya ya Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa giştî ya deverê û Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, şerê dijî DIŞIê, têkiliyên Îraq û herêma Kurdistanê li gel YE û derfetên zêdetir kirina wan têkiliyan hate kirin.
Di heman civînê de Borell tekez li ser berdewamiya hevkarî û piştîvaniyên YE bi bo Îraq û Kurdistanê di şerê terorê de kir û piştîvaniya YE jî bo serxistina prosesa siyasiya Îraqê, diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir.
Nêçîrvan Barzanî jî spasiya YE kir ku, hevkariyên însanî, siyasî û leşkerî ya herêma Kurdistan û Îraqê kiriye û balkêşande ser xwesteke herêma Kurdistanê bo pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyan di tevahiya waran de li gel YE.
Di beşeke din ya civînê de nîqaş li ser rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê, yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanê, şerê Ukraynayê û bandorên vê şerê, qirîza sûtemeniyê li Ewûrpayê û çawetiya çareser kirina vê qirîza han û rewşa giştî ya Rojhilata Navîn hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin