Serokê herêmê û Serokê Azerbayicanê civiyan

Azerbayican hewl bo vekirina Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê dide.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera her du aliyan de kirin.

Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedar û Serokê welatên din yên li Munichê de îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Azerbayicanê Elhan Elîyev civiya.

Di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Azerbayicanê hate kirin û her du alî xwesteka xwe bo berfiretir kirin û pêşde birina têkiliyan nîşan dan û tekez li ser zêdetir kirina şandên fermî yên her du aliyan û zêdetir kirina liv û tevgerên bazirganî jî kirin.

Serokê Azerbayicanê jî anî ziman ku, niha hewl bo vekirina Konsulusxaneya Azerbayicanê li Hewlêrê didin û Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bo serdan kirina Azerbayicanê bi fermî vexwand.

Di dawiya civînê de nîqaş li ser rewşa giştî ya deverê û çend mijarên taybet bi ewlekarî û aramiya deverê hate kirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.