7 welatiyên Sûrî şewitîn

ji erdheja hefteya derbasbûyî hatibûn rizgarkirin.
کوردستان TV
100%

Li bajarê Qonyayê di nava malekê de şewitîne.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê duhê li bajarê Qonye, agir bi malekê ketiye ku, têde welatiyên Sûrî nîştecîh bûne.

Çapemeniya Tirkiyeyê belav kiriye ku, di encama agirê de mal bi temamî şewitiye û 7 welatî jî canê xwe ji dest dane û 2 welatiyên din jî birîndar bûne.

Hate zanîn ev 7 welatiyên ku, canê xwe ji dest dane, ji erdheja hefteya derbasbûyî rizgar bûne û çûne ev mala ku, agir pêketiye û liwir canê xwe ji dest dane.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.