Berpirseke din yê DIŞIê hate kuştin

ev berpirsê DIŞIê roja pêncşemî hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê Amerîkayê ve li Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kuştin.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê duhê daxuyaniyek belav kiriye û têde qala kuştina berpirsekî mezin yê terorîstên DIŞIê kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye gotin ku, di encama êrîşeke esmanî yên balefirên Amerîkayê de li Rojhilatê Sûriyeyê berpirsekî mezin yê terorîstên DIŞIê bi navê Hemze Himsî hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de ti zaniyarên zêdetir li ser vê mijarê nehatine belavkirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.