îşev Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Parîsê li gel Serokê civata Pîran ya Franseyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro di çarçoveya serdana xwe ya fermî de bo Franse, li Parîs li gel Serokê civata Pîran ya Franseyê (senat) li gel birêz Zhirar Larşe civiyan.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û deverê, pêwîstiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê kir.
Serokê civata Pîran ya Franseyê bi rêzdarî ve behsa xebat û qurbanîdanên pêşmergeyên Kurdistanê kir bi taybetî di têk birina terorîstên DIŞIê û parastina pêkhateyên cuda yên herêma Kurdistanê de.
Di berdewamiya civînê de rixmî pêşkêş kirina spasiyan bo hikûmet û gelê Fraseyê bo piştgîrî kirina xelkê Kurdistanê, me bi awayeke kurt behsa reformên kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê kir.
Girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingal û normal kirina rewşa devera Şingalê, afirandina derfetan bo vegera awareyan bo cîhên xwe mijarên din yên civîna navbera me de bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin