Serokwezîrê Kurdistan û Serokê Franseyê civiyan

Kurdistan û Franse têkiliyên xwe berfiretrir û bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Macron dibêje em berdewam dibin li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.

Îşev Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Parîsê li gel Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macron civiya.

Di civînê de her du aliyan giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraq û deverê, metirsiyên terorê, têkiliyên navbera Herwelêr û Bexdayê û hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Di beşeke din ya civînê de Mesrûr Barzanî û Macron behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê de kirin û tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên han kirin û Serokê Fraseyê tekez li ser berdewamiya piştîvaniyên Franseyê bo Kurdistanê kir.

Her di derbarê vê civînê de Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe wisa nivîsandiye;

Kêfxweş bûm ku, îro li koşka Elisa li gel Serok Emmanuel Marcon civiyan.

Me bi hevre hevkar û alîkar bûn bo parastina cîhanê ji terorîstên DIŞIê, niha jî zêdetir pere bi têkiliyên xwe didin bi taybetî di warê bazirganî û hêlbirînê de.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.