Serokkomarê Îranê dawî bi serdana xwe bo Çînê aniye.
Li gor çapemeniya Farsî, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dawî bi serdana xwe ya çend rojî bo Çînê aniye.
Îbrahîm Reîsî di vê serdana han de daxwaz ji Serokê Çînê kiriye daku, serdana Îranê bike û Serokê Çînê jî ev daxwaza han pejrandiye û biryar daye ku, di demeke nêz de serdana Tehranê bike.
Di navbera Çîn û Îranê de rêkeftinên siyasî, abûrî, bazirganî û leşkerî yên gelek girîng hene û li gor hin rêkeftinan, Îran beşeke zêde ji derfet û karînên hêlbirînê yên li başûrê welat, daye kompaniyên Çînî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin