Îraq sê balefir dişîne Tirkiyeyê.
Wezareta derve ya Îraqê ragihand ku, hijmara welatiyên Îraqî yên ku, di erdhejên hefteya derbasbûyî ya li Tirkiyeyê canê xwe ji dest dane bûye 13 welatî.
Peyvdarê wezareta derve ya Îraqê Ehmed Sehaf diyar kiriye ku, vê îro pêncşem Îraq sê balefirên tîje ji hevkarî dişîne Dîlokê.
Nav hatî behsa hijmara welatiyên Îraqî yên ku, di erdhejê de canê xwe ji dest dane kiriye û gotiye heta niha bi giştî 13 welatiyên Îraqî di vê erdhejê de canê xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin