Nêçîrvan Barzanî çû Îslahiyeyê

li gel tîmên hevkariya hikûmeta herêmê û dezgeha xêrxwaziya Barzanî jî civiya.
کوردستان TV
100%

Îro serdana Bakûrê Kurdistanê kir.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe de ya bo bajarên zirardîtî yên Bakûrê Kurdistanê, piştî serdana Dîlok û bajarokê Nûrdagê, kêliyek beriya niha jî çû bajarê Îslahiyeyê.

Nêçîrvan Barzanî li Îslahiyeyê çû serdana kempa hêzên dezgeha xêrxwaziya Barzanî û hikûmeta herêma Kurdistanê û spasiya wan kir ku, karîne bi awayeke baş hevkariya zirardîtiyan bikin.

Biryare Serokê herêma Kurdistanê piştî bi dawî anîna serdana xwe li deverên zirardîtî yên Bakûr, biçe Enqere û pişt re jî ber bi Almanyayê ve birê bikeve.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.