AKP: Me ti carî nîqaş li ser hilbijartinê ne kiriye

oposîzyona Tirkiyeyê jî dibêje Erdogan û komîsyona hilbijartinan jî nikarin hilbijartin paş bixin.
کوردستان TV
100%

Îdîa heye ku, hilbijartin tê paşxistin.

Piştî ku, hin nivîskar û pisporên siyasî yên Tirkiyeyê qala vê yekê kirin ku, vê jiber erdhejê hilbijartina parlementoya yaku, biryar bû di 14ê Gulanê de were lidarxistin, tê paşxistin.

Tê gotin ku, hilbijartin bo 6 meh anjî salekî werin paşxistin. Lê li ser vê mijarê Cîgirê Serokê AKP Elî Îshan Yavûz ragihandiye ku, heta niha AKP li ser vê mijarê ti gengeşeyek nekiriye û bawer nake ku, nîqaşeke wisa jî were kirin.

Ji aliyeke din ve duhê opozîsyona Tirkiyeyê jî ragihandibû ku, ne Erdogan û ne jî komîsyona bilind ya hilbijartinan nikarin hilbijartinê paş bixin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.