Brîtanya: Me belgeyên pêwîst dane civata ewlekariyê

dibêje Îran berdewame li ser şandina çekan bo komên radîkal.
کوردستان TV
100%

Dibêje Îran rêkeftinên navnetewî binpê dike.

Hikûmeta Brîtanyayê duhê duşem belav kiriye ku, hêzên wan yên deryayî di demên derbasbûyî de karîne dest deynin ser gelek çek û cebelxaneyên Îranî yên ku, bo komên çekdar hatine şandin.

Hikûmeta Brîtanyayê diyar kiriye ku, ev çek û cebelxaneyên han yên ku, bi awayeke derqanûnî ji aliyê Îranê ve bo komên çekdar hatine şandin belgene li ser binpê kirina rêkeftinên navnetewî ji aliyê Îranê ve û Brîtanya tevahiya wan belgeyên han radestî civata ewlekariya Netewên Yekgirtî kiriye.

hikûmeta Brîtanyayê ev yek eşkere kiriye ku, Îran hîn jî berdewame li ser şandina çekan bo komên radîkal.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.