Îran: Em pêşwaziya hewldanên Îraqê dikin

dibêje bazirganiya navbera Îran û Îraqê didome û ti kêşe tuneye.
کوردستان TV
100%

Dibêje di danûstandinên navbera Îran û Siûdiyeyê de Îraq xwedan role.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand ku, Îran pêşwaziya hewldanên Îraqê yên bo organîze kirina danûstandinên navbera Îran û Siûdiyeyê li Bexdayê dike.

Nasir Kenanî herwiha eşkere kiriye ku, Îraq bo organîze kirina wan danûstandinan xwedan roleke girînge û Îran rêz ji vê rola han digire.

Kenanî tekez li ser vê yekê kiriye ku, Îran pêşwaziya her cure gaveke erênî ya Îraqê bo vê yekê dike.

Ji aliyeke dinve Serokê odeya bazirganî ya Îranê Yehiya Al Ishaq diyar kiriye ku, ti kêşe û astengî di bazirganiya navbera Îran û Îraqê de tuneye û liv û tevgerên bazirganî yên di navbera her du aliyan de berdewamin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.