Jiber metirsiya ewlekariyê duhê bişev bilez ji Tirkiyeyê derketiye.
Tîma hawar hatinê ya 25 kesî ya Îsraîlî yaku, bo rizgar kirina xelkê çûbû Tirkiyeyê, duhê bişev bilez bi balefireke taybetî ji Tirkiyeyê derketiye û vegeriyaye Îsraîlê.
Di vê derbarê de çapemeniya Îsraîlî ragihandiye ku, zaniyariyên bawermend ji tîma me re hatine dayîn ku, çend komên tunrê û radîkal li Tirkiyeyê xwe amade kiribûn daku, êrîşî ser tîma hawar hatinê ya Îsraîlê yaku, li Tirkiyeyê hewl bo rizgar kirina xelkê dida bikin lewre tîma me jiber vê metirsiya han bilez bi balefireke taybetî ji Tirkiyeyê hatiye derxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin