Serokwezîrê Kurdistanê jî di komcivînê de beşdare.
Îro 13ê Sibatê li Dubayî komcivîna hikûmetan destpê kir û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di kom civînê de beşdare.
Tê payîn di çarçoveya komcivîna han de şanda hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend civîn û hevdîtinan li gel şand û Serokên welatên beşdar di komcivînê de pêk bîne.
Herwiha tê gotin ku, di kom civîna îsal de zêdetir ji 20 Serokkomar, Serokwezîr û 250 wezîrên welatên curbicur beşdar dibin û komcivîna han du rojan berdewam dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin